• Sunday, 30 June 2024
logo

Messi yê Kerkûkê diçe Holendayê!

Gulan Media March 15, 2014 Corane
Messi yê Kerkûkê diçe Holendayê!
Piştî wêya BasNewsê berî demekê nûçeyek belav kiribû ku Akademiya Di Young ya Holendî dawetnameyek bo Yar Seîd (Messi yê Kerkûkê) şandiye, bavê wî lîstikvanî ji BasNewsê re eşkere kir ku dawetnameyeke fermî ji wê akademiyê gihîştiye dest wan.

Bavê Yar, Seîd Wehîd got: “Vexwendin gehîşte dest me, bi hêviya xwedê emê berê xwe bidin Holendayê, lê pêwîste aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê alîkariya me bikin, ji ber ku Yar ne tenê kurê min e, ew kurê hemû Kurdistanê ye.”

Wehîd wiha axifî: “Pêdiviya min bi pereyan nîne, ji ber ku xaniyekî min hebû û min bi qurbanî Yar kir û firot û pere amade kirine, tenê ez dixwazim rê û rêbazên seferê ji min re asan bikin, lewma daxwaz ji Serokwezîr û berpirsên Kerkûkê dikim ku asankariyan bo min bikin.”

Wek agahdarî di wê dawetnameyê de wiha tê gotin: “Li ser daxwaza bavê zarokê temen 11 salî yê Kerkûkê, ev dawetname hatiye şandin, em hêvîdar in ku bikaribe di ceribandinan de li Holendayê encamên baş bidest bixe.” Ev dawetnameya han ji aliyê Eta Ebdila Bokanî ve hatiye şandin, ku ew yek ji rahênerên wê akademiyê ye.

Basnews
Top