3 sal piştî mirinê nameya wê gehişte malbatê
![3 sal piştî mirinê nameya wê gehişte malbatê](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/83764562763.jpg )
’’Dema ev name digehîje destên we, dibe ku bibin xwedî nevî?’’ Ev peyv a nameyeya keça malbateke Japonî ye ku sê sal piştî mirina wê geheştiye destê wan, nameyeke du rûpelî ya destnivîs.
Keça wan deh sal berê dema ku hê 19 salî bû ji malbata xwe re nivîsîbû û radestî îdareya postê kiribû, lê ji malbatê xwestibû ku nameyê 10 sal piştre bişîne adresa ku li ser paketê hatiye nivîsandin.
Lê di dawiyê de keçik nebû şahidê geheştina nameyê bo destê malbata xwe, ji ber ku roja 11 Adara 2011’ê di dema bûyera Tsunamiyê de wenda bû, piştî 6 mehan ku herkes ji ditîna wê bêhêvî bû, gotin miriye.
Keçikê di nameyê de behsa hêviyên xwe û paşerojê kiriye: ’’Bawerim 10 salên din dizewicim û dibime xwedî zarok.’’
Basnews