Hogan slav ji Kurdistaniyan re şandin
![Hogan slav ji Kurdistaniyan re şandin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/8765434566775.jpg )
Hogan di hevdîtinekê de ligel BasNewsê li Îtaliyayê silav ji bo hogirên xwe yên li Kurdistanê re şand. Niha Hogan bi serdanekê li Îtaliyayê ye, navhatî wek bêjerê yek ji tîmên lîstika cîhanî ya WWE vegeriyaye hola gureşa azad.
Hogan derbarê hogirên xwe yên li Herêma Kurdistanê de got: “Min gelek tişt li ser Kurdistanê bihîstine, ez dizanim ku hogirên min li wir hene, silavê min ji bo Kurdistanê hene û ez ji wan re dibêjim di demeke nêzîk de ez ê vegerim ser qada gureşê.”
Hulk Hogan, bi xwe lîstikvanekî laşciwaniyê ye, di salên borî de navûdengiyeke gelekî zêde bidest xist di gureşa azad de.
Basnews