• Thursday, 23 May 2024
logo

Mêrê Hindistanî 39 Jin 94 Zarok û 33 Neviyên Xwe Hene

Mêrê Hindistanî 39 Jin 94 Zarok û 33 Neviyên Xwe Hene
Li Hîndistanê malbata Ziona Chana, ku şêxê hozêye jî, tam mêrê 39 jinan e û her sal bi 10 jinan re dizewice. Ziona Chana bavê 94 zarokan e û 33 neviyên wî jî hene.

Li Hindistanê malbateke ku tam ji 181 kesan pêk tê heye. Li gundê Baktwangê zilamê bi navê Ziona Chana, her sal bi 10 jinan re dizewice. Heta niha hejmara jinên wî gihaştiye 39.

Ji 39 jinan 94 zarok hatine dinyayê. Serîmanê malbatê Ziona Chana, wekî din kalikê 33 neviyan e jî.

Malbata Chana li gund, di maleke li ser 4 qata, ku ji 100 odeyî pêk tê de dijî. Di heman demê de Ziona Chana, şêxê terîqateke ku pirr zewacê dipejirîne ye jî. Chana wiha hestên xwe bilêv dike: "Ez xwe wek mirovekî ku ji aliyê Xwedê ve hatiye hilbijartin dihesibînim. Ez berpirsyarê gellek mirovan im û ez wana xwedî dikim. Ez bi vê xemgîn nabim û bi vê bextewar dibim."

Di nav malbatê de jiyan li gorî pergaleke ku hatiye avakirin dimeşe. Pergal di bin kontrola hevsera herî sal mezin Zathiangi ve tê îdarekirin. Paqijî, şîv çêkirin, danûstendin û her tiştek ji aliyê hevsera mezin Zathiangi ve, di nav jinên din de wek peywirekê hatiye belav kirin.

Tenê di şîvekê de 60 kîlo petat, 97 kîlo birinc û 30 mirîşk tên bikaranîn. Zathiangi dibêje, "bona ku her dan şîv bê amadekirin, pêwiste pergaleke ku baş dixebite hebe. Me ev organîzasyona ava kiriye."

Serîmanê malbatê Ziona Chana, li gorî xwe pergaleke jinên xwe pêk aniyî. Jinên xwe yên ciwan li nêzika odeya xwe bicih kiriye û jinên xwe yên extiyar jî li qatî bin bicih kirine. Chana, ku kê dixwaze şeva xwe bi wê re derbas dike û armanca serîmanê malbatê ew e ku, her biçe malbata xwe firehtir bike.

Hevsera Ziona Chana a bi navê Huntharnghanki ji bo mêrê xwe wiha diaxive: "Ew tenê ji bo malbata me ne, ji bo hemû gund mirovê herî grîng e. Li gorî min ji wî çelengtir ti kes tine ye. Ew li me mêze dike û em jî bona ku rehetiya wî bicih bînin, çi ji destên me tê em dikin."

Mêrê 39 jinan Chana dibêje, bona hevser hilbijartinê, ku pêwistî pê hebe ez ê biçime Amerîka jî.
Top