• Sunday, 16 June 2024
logo

Li Soranê hat dîtin: Temenê wî 7 hezar û 500 sal e

Li Soranê hat dîtin: Temenê wî 7 hezar û 500 sal e

 Li herêma Soranê ya Hewlêrê kevirekî volkanîk hat dîtin ku temenê wî ji 7 hezar û 500 salî mezintir e.

Arkeologên Zanîngeha Autonomousê ya Barselonayê û Zanîngeha Selahadînê xebatên xwe yên kolanê yên li Soranê didomînin.

Her du tîman herî dawiyê li Soranê li kevirekî biçûk ê volkanîk dît û dibe ku ev kevir li ser qonaxên girîng ên dîrokî agahiyan baş bide.

Arkeolog dixwazin bi rêya vi kevirê ku temenê wî ji  7 hezar û 500 salî zêdetir e pêwendiyên di navbera şêniyên wê herêmê û herêmên din de derxin holê.

“Di encama teqîneke volkanîk de çêbûye”

Ana Maria Bach Gomeza ku rêbera tîma Spanyayê ye ji Rûdawê re got:

“Ev parçe di encama teqîneke volkanîk de çêbûye. Em nizanin ji kû derê hatiye çimkî di eslê xwe de ne yê vê herêmê ye.

Ya muhîm ev e ku em karibin bi rêya teknolojiyê derxin holê bê ma ev çi ye.”

Soran bi cihên xwe yên arkeolojîk navdar e û heta niha li Soranê hezar û 150 cihên arkeolojîk hatine tesbîtkirin.

Hinek ji wan cihan hatine kolan û xebatên kolanê li hinekan jî berdewam dikin.

Her yek ji van cihên herêmî şahidiya şaristniyeke cuda û kevnar dike.

Rêvebirê Arkeolojiya Soranê Ebdulwehab Silêman diyar kir ku ev cihên şûnwarî derbarê serdemên cuda yên dîrokî de agahiyên nû didin.

Li hêla din, peywira vê tîmê ya li Herêma Kurdistanê û girêbesta wan xelas dibe ku ji bo maweyê 6 salan di navbera wan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin.

 

Rudaw

Top