• Saturday, 18 May 2024
logo

Ji Bo Ku Google Cih Bide Kurdî Kompaniya hate destpêkirin

Ji Bo Ku Google Cih Bide Kurdî Kompaniya hate destpêkirin
Ji bo ku google bibe kurdî, kompaniyaya îmzeyê hate destpêkirin. Heta niha 12 hezar kesî îmze avêtine û ev hejmar roj bi roj zêde dibe.

Di medyaya civakî de hin derdorên kurd 3 roj in li ser malpera ‘İmza.la’ kompaniyayek dan destpêkirin. Di kompaniyayê de tê xwestin ku google cih bide zimanê kurdî jî. Di nivîsera îmzeyan de hinceta kompaniyayê wiha tê vegotin: “Zimanê kurdî ji aliyê 40 milyon kesî ve tê bikaranîn û ji ber vê yeke jî divê ferhenga google bibe kurdî.” Ev kompaniya di nava 3 kompaniyayên ku herî zêde tê tikandin de kete dora sêyemîn. Heta niha 12 hezar kesî ji bo ku google bibe kurdî îmze dane.



Kesên ku kompaniyayê dan destpêkirin hem bi kurdî hem jî bi tirkî bangewazî kirin û wiha gotin: “Li dinyayê herî kêm 40 milyon kurd hene. Google nikare zimanê 40 milyon kesî weke ku tune ye bihesibîne. Tunebûna kurdî ya google neheqiyeke gelekî mezin e. Divê em dengê xwe bilind bikin. Ji ber vê yekê jî divê herkes piştgirî bide vê kompaniyayê.”
Top