• Thursday, 23 May 2024
logo

Kurdek bû cîgirê serokê Kazaxîstanê

Gulan Media April 29, 2013 Corane
Kurdek bû cîgirê serokê Kazaxîstanê
Di rêûresmekê de ku ji aliyê yekîtiya gelan a Kazaxîstanê, kesayetiya rewşenbîr yê Kurd profîsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv wek cîgirê serokê Kazaxîstanê hate destnîşan kirin.

Serokê Yekîtiya nivîskarê Kurd yê şaxê Duhokê Hesen Silîvanî ji dazgehên ragihandinê re ragihand: Em gelek dilxweşin ku serokê komeleya (Berbang) a rewşenbîrî û serokê revenda Kurd li welatê Kazaxîstanê bi piraniya dengan ji aliyê yekîtiya gelan a wî welatî e hatiye hilbijartin. Eve jî gavekî dîrokî ye bo Kurd bi giştî û bo kurdên Kazaxîstanê bi taybetî.

Silîvanî got: “Em weku nivîskarên Duhokê pîrozbahiya xwe arasteyî wî rewşenbîr Kurd dikin.” Her weha Silîvanî da zanîn ku sala borî wî rewşenbîrê Kurd ew bi fermî vexwendine Kazaxîstanê û li wir çend semînreke li bare dîrokê û wêjeya Kurdî pêşkêş kirine.

Silîvanî ev destkefta han bo Kurd bi diring destnîşan kir û hêvî xwest ku ragihandina kurdî giringî bi vê nûçeyê bidin.

hêjayî gotinê ye, ku di 24/4/2013`an li bajarê Astanê Yekîtiya Gelê Qazaxistanê civiya. Di civîne de hat pêşniyarkirin ku Profîsor û Rojhilatzan Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bibe cîgirê serokê Yekîtîya Gelên Kazaxistanê. Di civînê de ew pêşniyar hate pejirandin. Serokê Federasyona Kurdên Kazaxistanê (Berbang) Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv bi yekdengî wek cîgirê Serokê Yekîtiya Gelên hat hilbijartin.

Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv kiye:

Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze ku, wekî Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv jî tê naskirin di 1-ê Gulana 1947-an, li Zengîbasara Ermenistanê hatime dinyayê. Ev der li ser Çemê Eres e û nêzîkî sînorê Tirkiyê ye. Navê Gundê wî Rihanlû ye. Malbata wî ji Serhedê ye. Ji Eşîra Celaliyan in. Kal-bavê Kinyaz Îbrahîm ji Rojhilatê Kurdistanê hatine Bazîdê, ji wir jî li Îdirê bi cih û war bûne.

Prof. Dr. Kinyazê Îbrahîm, rojhilatnas û akademîsyen. Serokê Kurdên Kazakistanê û li Zanîngeha Abaya Alma Atayê Serokê Navenda Zimanên Dinyayê. Piştî Şerê Qerebaxê terka Ermenistanê dike û di destpêka sala 1990-î de li Alma Ataya Kazakistanê bi cih dibe. Li Erîvanê, li Zanîngeha Xaçatûr Abovyan salên dirêj Serokatiya Beşê Ziman û Edebiyata Azeriyan kiriye. Vê gavê Endamê Yekîtiya Nivîskarên Kazakistanê û Endamê Yekitiya Rojnamegerên Kazakistanê ye.

Li hêla din ew Li Kazakistan û Asya Navîn Nûnerê Navenda PEN’a Kurd e û Berpirsê Giştî yê kovara edebî Nûbarê ye ku li Alma Atayê bi zimanê Kurdî û rûsî ronahiyê dibîne. Kinyazê Îbrahîm xwediyê gelek xelatên neteweyî ye. Bi 6 zimanan dizane. Nêzîkî 20 kitêb li pirtûkxaneya Kurdî zêde kiriye.

Xendan
Top