• Wednesday, 22 May 2024
logo

Bihayê vî sûretê Jolie 96 hezar e

Gulan Media April 20, 2013 Corane
Bihayê vî sûretê Jolie 96 hezar e
Sûreteke stêrka Holywoodê Angelina Jolie, ku di 25 saliya wê de hatiye kişandin û li ti deran nehatiye weşandin, li Londonê bi 96 hezar lîreyî wê were firotin.
18 Nîsan 2013 Pênşem 16:39

Li paytexta Îngiltere Londonê, di muzayedeyê de sûreteke stêrka Holywoodê Angelina Jolie wê were firotin. Sûret tam 12 salan berê, di 25 saliya Angelina Jolie de hatiye kişandin. Heta roja îro li ti deran nehatiye weşandin. Ev sûreta Jolie wê kêmtir bi 96 hezar lîreyî were firotin.

Sûret, di sala 2001 an de ji aliyê fotokêş David LaChapelle ve, ji bo kovara Rolling Stone hatiye kişandin. Her çiqas ji bo kovarê hatibe kişandin jî, heta niha nehatiye weşandin.

Qasida Niyeta Baş a Neteweyên Yekbûyî û aktrîsta navdar Angelina Jolie, ligel hespekê poz daye fotokêş. Li ser milên Jolie deqa "Billy Bob" heye ku wê wextê Jolie bi Billy Bob Thornton re zewicî bû.

Li gorî nûçeya ntvmsnbc ku xwe spartiye Daily Mail’ê, muzayede wê di 15ê Gulana 2013 an de pêk were.

Avestakurd
Top