• Friday, 05 July 2024
logo

Li Frensa wezîra herî xizan e

Gulan Media April 17, 2013 Corane
Li Frensa wezîra herî xizan e
Li Frensa li ser banga Serokomarê Frensa François Hollande, wezîrên Frensî serwetên xwe eşkere kirin. Di kabîneya hikumetê de 37 wezîr hene û serweta 8 wezîran zêdetirî mîlyon euro ye. Wezîra herî xizan Najad Vallaud-Belkacem derket.

Li Frensa ji ber ku li bankayeke Swîsre hesabê veşartî yê Wezîrê Butçeyê Jerome Cahuzac derkete holê, li Frensa skandaleke siyasî rû da.

Li ser vê, bona ku bertek bêne birîn, Serokomarê Frensa Fraçois Hollande bang li wezîran kiribû ku bila serwetên xwe bi rayagiştî re eşkere bikin.

Di kabîneya hikumeta Frensa de 37 wezîr hene. Serwetê 8 wezîrên Frensî, ku di nav ew 8 an de serokwezîr jî heye, zêdetirî mîlyonek euro ye. Wezîrê herî dewlemend jî Wezîrê Karên Derve Laurent Fabius e. Serweta Fabius 6 mîilyon 557 hezar 994 euro ye.

Di nav wezîran de wezîra herî xizan jî Wezîra Mafên Jinan Najad Valaud-Belkacem derket. Serweta wê 106 hezar û 740 euro ye.

Vallaud-Belkacema 35 salî, eslê wê Ereb e û di jiyana xwe de seyareyê bikarnîne. Tenê motosîkleteke wê heye.
Serweta Serokwezîrê Frensa Jean-Marc Ayrault jî zêdetirî mîlyon euro derket. Mîlyonek û 550 hezar euro serweta serokwezîr heye.

Avestakurd
Top