• Thursday, 16 May 2024
logo

Hevala xwe kuştiye parçe kiriye û daye kûçikan

Hevala xwe kuştiye parçe kiriye û daye kûçikan
Li Brezîlya hovîtiya fitbolîstê bi navê Bruno Fernandes de Souza mora xwe li rojeva welêt xistiye. Souza hevala xwe a bi navê Eliza Samudio pêşiyê kuştiye. Dûra parçe kiriye û bi kûçikan daye xwarin.

Fitbolîstê navdar yê Brezîlya Bruno Fernandes de Souza, di partiyekê de jina bi navê Eliza Samudio nas dike. Şevekê bi hev re derbas dikin. Eliza Samudio ji fitbolîstê Brezîlyayî ducanî dimîne. Souza ji Eliza dixwaze ku zarok neyîne dinyayê. Eliza vê qebûl nake û bi sûretên ducaniya xwe di çapemeniyê de cih digre. Piştî ku sûretên wê di çapemeniyê de derketin ji holê wenda dibe. Polîs li her derê ji Eliza Samudio digere lê nayê dîtin.

Fitbolîst Souza, ku navê wî ji bo transfera Mîlanê dihat gotin, bi bûyerê re eleqedar tê binçavkirin. Souza di îfadeya xwe a pêşiyê de tawanbariyê qebûl nake lê polîs, bi îfadeya wî îkna nabe.

Bruno Fernandes de Souza, doh derkete pêşberî dadger û li xwe mukur hat. Souza îtiraf kiriye ku, plana kuştina Eliza Samudio, ji aliyê 8 kesan ve hatiye plankirin. Eliza ji aliyê Marcos Santos ve, ku berê polîs bûye, hatiye kuştin. Wî bi xwe jî kuştina Eliza Samudiojî temaşe kiriye.

Jina reben Eliza Samudio, pêşiyê tê kuştin. Dûra cesedê wê parçe parçe dikin û goştê cesedê wê bi kûçikan didine xwarin.

Fernandes de Souza, ji ber ku di nav plana kuştina Eliza de cih girtiye, 15 sal ceza xwariye. Ji bo Marcos Santosê ku Eliza kuştiye jî 41 sal ceza tê xwestin.

Avestakurd
Top