• Monday, 20 May 2024
logo

Colemêrg - Mûcîdê 14 salî bi derfetên xwe helîkopter û dronan çêdike

Colemêrg - Mûcîdê 14 salî bi derfetên xwe helîkopter û dronan çêdike

Aramê 14 salî yê ji gundê Mûsekanê yê navçeya Rûbarokê ya parêzgeha Colemêrgê bi çêkirina berhemên mekanîk û elektronîk bûye rojev.

Aram cara yekem berî 2 salan helîkopterekê çêdike.

Piştî çêkirina helîkopterê, Aram li gundê xwe batarya, dînamo û parçeyên cîhazên xirab digihîne hev û bi dehan berhemên teknolojîk, mekanîk û robot çêkirine.

Aramê mûcîd ê 14 salî jûra xwe wekî kargehekê bi kar tîne û bi kereste û bataryayên kevn berhemên teknolojîk amade dike.

Xelkê gundên Navberojyanê li dora Aramê 14 salî kom bûne û dixwazin berhemên wî yên mekanîk û teknolojîk bibînin.

Aram li gundê Mûsekanê yê herêma Navberojyanê ya navçeya Rûbarokê ya parêzgeha Colemêrgê dijî.

Aram 2 sal beriya niha bi hinek kereste û bataryayên kevn helîkopterek çêkiriye û wî heta niha bi dehan berhemên teknolojîk bi destê xwe amade kirine.

“Ez dê dronekê çêbikim”

Zarokê mûcîd Aram Kaynak got:

“Kêfa min ji tiştên mekanîk re tê û ez gelekî li ser wan difikirim.

Min berê helîkopterek çêkir û helîkoptera min firiya û xwestek û meraqa min hîn zêdetir bû.

Min dest bi çêkirina berheman kir, min erebok çêkirin, min heron çêkirin û min robot çêkirin.

Niha jî ez li benda keresteyên pêwîst im, ez dê heronekê amade bikim.”

Aram hemû wextê xwe ji bo xwendina li dibistanê û bi çêkirina seyare, robot û berhemên mekanîk û teknolîk derbas dike.

Armanca wî ew e ku bibe endazyarekî teknolojiya serdemî, malbata wî jî bi kurê xwe şanaziyê dike û amade ye ku bi her awayî piştigiyê bidin.

“Berê ez li dijî derdiketim lê niha min pêşiya wî berdaye”

Seferî Kaynak bavê Aram wiha anî ziman:

“Aram van tiştan çêdike ez gelekî pê kêfxweş im.

Êdî ev bûye karê wî. Min jî pêşiya wî berdaye ku ew vî karî bike.

Berê ez li dijî derdiketim min nedixwest lê piştî ku min dît berhemên gelekî balkêş û baş çêdike min jî got bila berdewam be.”

Aram li gundê xwe ne tenê bi çêkirina berhemên teknolojîk û mekanîk heman demê bi temîrkirina amûrên elektronîk ên gundiyan jî nav û dengê xwe belav kiriye.

“Me tiştê wisa ji ecdadê xwe jî neditiye”

Xelkê gundê Mûsekanê Elî Kaynak wiha axivî:

“Di hemû jiyana xwe de me tiştê wisa ji ecdadê xwe jî neditiye.

Tiştên wisa gelekî bala me dikişînin. Karekî gelekî baş dike û karên wisa pêşkeftin in.

Derfetên wî kêm in lê ez bawer dikim ew jî dê çareser bibe.”

“Li dibistanê mamosteyan alikariya wî kir”

Xelkê gundê Mûsekanê Cewad Kaynak got:

"Aram biraziyê min e, em gelekî bi karên wî kêfxweş in.

Ev bû du sal in li ser tiştên elektronîk dixebite.

Destpêkê kes pê nedihesiya lê li dibistanê mamosteyan alikariya wî kir jê re kamera û batarya anîn.”

Aram ji bo çêkirina berhemên xwe zêdetir ji batarya, LED û dinamoyên kevn bi kar tîne.

Ew dixwaze ku ji bo çêkirina berhemên gelekî pêşkeftîtır alîkariya wî were kirin.

Aram beşdarî TEKNOFESTê dibe

Li hêla din, Serokê Lijneya Rêveberiyê ya Kompanyaya Baykarê Selçuk Bayraktar ragihand ku dê Aram beşdarî “TEKNOFEST Adana”yê bibe.

TEKNOFEST festîvala hewa, feza û teknolojiyê ye û îsal li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê tê lidarxistin.

 

Rudaw

Top