• Saturday, 18 May 2024
logo

Nîşandana skeleta Neandertal a bi navê Shanidar Z deng veda

Nîşandana skeleta Neandertal a bi navê Shanidar Z deng veda

Çêkirin û nîşandana skeleta Neandertal a ku bi navê Shanidar Z tê naskirin, bala medyayê kişandiye ser dîroka kevnar a Kurdistanê û bûye dengvedaneke cîhanî li pişt xwe anî.

Rakirina perdeyê li ser rûyê çêkirî yê jineke Neandertal ku tê texmînkirin dîroka wê nêzî 75 hezar sal berê ye, bi navê Shanidar Z, bala medyaya navdewletî kişandiye ser xwe û guftûgo li ser pêşveçûna mirovî, tevgerên çandî, û danûstendinên di navbera Neanderthalan û mirovên nûjen de vekiriye.

Bi riya platformeke Zanîngeha Cambridge, perde li rûyê çêkirî yê jineke Neandertal a bi navê Shanidar Z hate rakirin, vê jî ronahiyek nû xiste ser jiyan û tevgera bav û kalên mirovan ên kevnar.


Li gorî zanîngeha Cambridge, ev vedîtineke ne asayî ye û bi kolandinên rast û teknîkên zanistî yên pêşkeftî, ev derfet daye ku em li dîroka 75 hezar salî binêrin.

Di sala 2018an de, tîmeke lêkolînerên zanîngeha Cambridge dest bi gera kolandinê li Şikefta Şanederê ya Herêma Kurdistanê kiribû. Şikefta Şanedar ji bo dîrok û lêkolîna Neandertal cîhek girîng tê zanîn û li ser asta navdewletî jî navdar e.

Şikefta Şanedar di salên 1960î de bi dîtina gelek bermahiyên Neandertalan navdar bû. Bi awayek taybetî, vedîtinên li Şikefta Şanedar, destnîşan kirin ka Neandertalan çawa miriyên xwe veşartine û alîkariya lêkolîneran kir jî ku li ser rehendên çandî yên Neandertalan lêkolîn bikin.

Şikefta Şaneder li parêzgeha Hewlêrê
Kenala “CNN” belav kir, kolandina Şikefta Şanedarê û skeletal bi navê Shanidar Z tê naskirin, vedîtineke serketî ye. Teknolojiya nûjen ji bo diyarkirina zayenda Neandertal û texmînkirina temenê wê di dema mirinê hatiye bikaranîn.

CBS News ronî dike ka çawa vedîtina Shanidar Z, têgînên nû li Neandertalan vedike. Dr. Emma Pomeroy ji Zanîngeha Cambridge tekezî li ser wê yekê dike, vedîtina balkêş, ji bo têgihîştina mirovahiya Neandertal giring e.

Malpera “New Scientist” ku binkeya wê li Londonê ye, Shander Z wekî yek ji girîngtirîn vedîtinên Neandertal di van salên dawî de dibîne, ku têgihîştina binirx li ser jiyan û tevgera wan pêşkêş dike.


The Telegraph balê dikişîne ser wekheviyên balkêş ên di navbera Neanderthals û mirovên nûjen de, ku bi sedema ji nû ve çêkirina Shanader Z eşkere bûye.

BBC News pêvajoya aloz a ji nû ve avakirina Shanidar Z vedibêje, û dibêje ku ew di destpêka pêvajoyê de “wek pîzayeke text” bû û paşê bi bikaranîna teknîkên pêşketî dubare hate çêkirin.

Dubare çêkirina rûyê Shanidar Z, qonaxeke giring e ji bo famkirina pêşkeftina mirovî û dîroka hevpar a di navbera Neanderthalan û mirovên nûjen de. Di demekê de ku lêkolîner berdewam dikin ku vekirina razên Şikefta Şanederê. Çîroka Shanidar Z destnîşan dike ku çendî hevbeşiyên mirovên modern bi Neandertalan re hene, ne tenê di warê têgihîştina biyolojîkî de, lê ji hêla çandî û civakî ve jî.

 

k24

Top