• Saturday, 18 May 2024
logo

Roj roja şampiyoniyê ye: Amedspor û Amed amade ne

Roj roja şampiyoniyê ye: Amedspor û Amed amade ne

Amedspor îro ji bo şampiyoniyê bi Menemen Belediyesporê re dilîze.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê de têdikoşe gelekî nêzîkî şampiyoniyê bûye.

Amedspor di koma xwe de lîder û xwediya 80 puanî ye.

Kastamonuspora ku di rêza duyem de ye, xwediya 77 puanan e.

Amedspor bi 3 puanan û averaja 10 golan li pêşiya Kastamonusporê ye.

Amedspor dê îro saet 15:00 an tîma Îzmîrê Menemensporê bike mêvan.

Heke Amedspor bi ser bikeve yan jî her du tîm wekî hev bimînin dê Amedspor bibe şampiyon.

Heke zora Amedsporê here jî divê Kastamonuspor bi ferqeke zêde bi ser bikeve da ku Amedspor nebe şampiyon.

Mêvana Amedsporê, Menemen Belediyespor di rêza 5an de ye û 64 puanên wê hene.

Li hêla din, Kastamonuspor jî îro saet 15:00an bi Arnavutkoy Belediyesporê re dilîze.

Amedspor piştî ku hefteya borî li beramberî Somasporê bi encama 1-0 bi ser ket li bajêr coşeke gelekî zêde heye.

Doh bi hezaran kes li ber stadyuma Amedsporê ji bo peydakirina bîletan ketin dorê lê bilêt bi destê gelek kesan neketin.

Kapasiteya stadyuma Amedsporê 33 hezar kes e lê bi sed hezaran kes dixwazin li maçê temaşe bikin.

Rudaw

Top