• Thursday, 16 May 2024
logo

Turnuvaya Voleybolê ya Jinan destpê kir

Turnuvaya Voleybolê ya Jinan destpê kir
Turnuvaya 8ê Adarê a Voleybolê ya Navsaziyan a Jinan dest pê kir. Cîgira Şaredarê bajarê Mezin Hafîze Îpek pêşbirk temaşe kir û got, “Spora herî xweşik jin dilîzin.”

Turnuvaya 8ê Adarê a Voleybolê ya Jinan ku Birêveberiya Sporê a bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di navbera saziyên jinan de li dar xistiye bi kelecan dest pê kir.

Pêşbirka ewil a turnuvayê li Salona Sporê a Şaredariya Baglarê di navbera Navenda Jinan a Cerenê û Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) de hate leyîstin. Cîgira Şaredarê Bajarê Mezin Hafîze Îpek, Seroka Daîreya Karên Civakî Semra Kiratli, Birêvebera Şaxa Astengdaran Kezban Demîr û Berpirsa Beşa Jinan Muzeyyen Anik Aydin lê temaşe kir.

Îpek berî ku pêşbirk dest pê bike ji leyîzvanên her du aliyên re serkeftin xwest û got, spor li ser binemayê hevgirtin û nêzîhevbûnê ava bûye. Îpek, bal kişand ku spor parçeyeke çanda gerdûnî ye, mirovên ku dîn, ziman û nijadê wan cuda ye nêzî hev dike û bi bîr xist ku spor dikare aştiya cîhanî pêk bîne. Îpek, aşkere kir ku spor li gel ku di warê saxlemiya bedenî de bo mirovan gelekî bikêr e di heman demê de moral û motîvasyona mirovan jî durist dike. Îpek weha domand, “Bi a min, spora herî xweşik dê jin bileyîzin.”

Di endama pêşbirkê de tîma voleybolê ya SESê 3-0 bir. Pişt re Cîgira Şaredar Hafîze Îpek, Seroka Daîreya Xizmetên Civakî Semra Kiratli û Seroka Şaxa SESa Amedê Hulya Uyanik plaket dane leyîzvanan.

Xendan
Top