• Friday, 03 May 2024
logo

Li Amedê mîhrîcana kevokan

Gulan Media December 18, 2012 Corane
Li Amedê mîhrîcana kevokan
Li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Amedê, kevokvanan di 15'ê kanûnê de mihrîcana peşbirka kevokan dan despêkirin. Kevokvan, kevokan dixin qefesan û li dervê bajêr berdidin, ger ku kevok bi tevî refê herî mezin vegere lûsa xwe, ew bi ser dikeve.

Li Amed, Riha, Bîrecîk û Mêrdînê her sal pêşbirka fira kevokan pêk tê. Îsal jî li Amedê mihrîcana kevokan ku dê 4 mehan bidome, di 15'ê kanûnê de dest pê kir. Kevokvanên li navçeya Rezan û Yenîşehirê ya Amedê, piştî demsala havînê kevok baş xwedî kirin di vê demsalê de kevokên xwe derdixin firê. Welatiyên ku demsala havînê 2 meh an jî du meh û nîv kevokan bi xwarin û êmê taybet xwedi û kedî dikin, amadekariya pêşbirka weşandinê dikin. Di pêşbirkê de her beşdar, bi sedan kevokan dixin qafesê û li derveyê bajar berdidin. Kevokên kîjan kevokvanî bi refê herî mezin re vegere lûsa xwe, xelatê bi xwediyê xwe dide qezenckirin. Bêşbirka kevokan 3-4 demsalan berdewam dike.

6 mehan xwedî dikin

Kevokvanê bi navê Ekrem Onder diyar kir ku beşdarên pêşirkê her roj kevokan perwerde dike û bi şev û roj bi wan re dixebite. Onder ku di nava kevokvanan de wekî "Bekirê Îhalevan" tê nasîn li qehwexayenan kevokan bi rêbaza îhaleyê difroşe. Onder, anî ziman ku ji her îhaleyê ji sedî 10 para xwe digire û wiha got: "Serê her îhaleyê ji sedî 10 para xwe digirim. Her êvar ez 200-250 TL pere qezenc dikim. Hin caran heta 2 hezar TL di îhaleyê de qezenc dikim. Nêzî 250 kevokên min hene. Ez wan 6 mehan xwedî dikim. Her sal nêzî 2 ton kemin dikim êm û didim kevokan. 5-6 kesan li gel xwe didim xebitandin. Saet piştî 15.00'an her kes derdikeve ser baniyan û kevokan perwerde dike.

4 cureyên kevokan hene

Welatiyê bi navê Hasan Huseyîn Tugcu yê 44 sali jî diyar kir ku li Amedê nêzî 600 sal in çanda xwedîkirina kevokan heye û wiha got: "4 cureyên komên kevokan hene. Ev kom ji 23 cureyan pêk tên. 4 komên sereke yên kevokan hene. Komên sereke Gogsuak, Ketme, Kizilbaş û Îçagli hene. Koma Gogsuak jî ji cureyên Atlas, Narinci, Cîgerî, Gokela, Kurenk, Zeytunî. Koma Kizilbaş ji cûreyên Karabaş, Saribaş, Kizilbaş, Mavibaş û Zeytunîbaş. Koma Îçagli jî ji cureyên Zengî, Tahînî, Gumuşkuyruk, Kara, Miski û Yusufî pêk tê. Bihayê cureyên Tugcu, heta 500-2 hezar TL tê firotin. Welatî bi vî rengî stresa xwe ji ser xwe davêjin û ev yek ji xwe re kirine çand û hobiyek."

Rudaw
Top