• Saturday, 04 May 2024
logo

Sûdên Sêvê çine?

Gulan Media December 15, 2012 Corane
Sûdên Sêvê çine?
Binêrin sêv ji kîjan nexweşîyên giran re baş e. Pispor dibêjin: “Sêv ji alzheîmer û parkînsonê re wekî derman e.”

Mamosteyê Zanîngeha Süleyman Demirel, Alk. Doç Dr. Alper Kuşçu, di derheqê sêvê de agahîyên girîng da.

Li gorî agahîyên lêkolînên Kuşçu, dema rojê mirov sêvekê bixwe rîska qansêrê kêm dike. Ger ku mirov rojê 2-3 heban bixwe jî nahêle ku nexweşîyên alzheîmer û parkînsonê zêde bibin.


Di sêvê de antîoksîdaneke bi navê apîgîn he ye. Ev jî ji nexweşîyên wekî astim û alerjîk re derman e. Kuşçu got: “Di encama xebatên zanistî de gelek fêydeyên sêvan hatine dîtin.

Dema ku kesk rojê sêvekê bixwe rîska qansêrê li ser xwe kêm dike. Sêv qolesterola ne baş dadixe û qolesterola baş zêde dike. Dilpêtinê ji % 40 kêm dike. Dîsa di xebatekê de hatîye dîtin jinên ku rojê sêvekê dixwın rîska dîyabeta TIP1 ji %28 kêm dike. ”

Xendan
Top