• Saturday, 04 May 2024
logo

Zik têr be jî taştê bixwin!

Gulan Media December 13, 2012 Corane
Zik têr be jî taştê bixwin!
Taştê ji danên xwarinê ya herî girîng e. Bi taybetî jî ji bo zarokan û ji bo ew kesên ku hewl didin kîloyên xwe bidin, xwarina taştê pirr girîng e.


Lê hinek kes hene bişev di demeke dereng de xwarin dixwin û dema sibê şiyar dibin dilê wan naçe xwarinê. Ev kes wisa dikin ku firavînê jî naxwin û dibe şev dîsa dixwin û sîstema xwarinê di wan de tê guhertin.

Pispor balê dikişînin ser vê şaşîtiyê û dibêjin kesên ku taştê nexwin paşîvê dixwin û dema paşîvê dixwin taştê naxwin. Hinek caran dayîk jî vê şaşîtiyê dikin û beriya xewê şîrê bi hingiv an jî xwarinê didin zarok.

Pispor dibêjin piştî mirov ji xewê şiyar dibe eger zikê wî/wê têr be jî divê hinek tişt bixwe. Çend cûreyên taştê ev in: Nan, şîr, fisteqa hûrkirî, mast, fêkî, gûz, hêk, penîrê spî, krakera bi kepek, hingiv û zeytûn. Ji bo vexwarinê jî çay, qehwe an jî ava fêkiyan.

Rudaw
Top