• Friday, 03 May 2024
logo

Ev wêne bi 147 hezar Dolar hat firotin

Gulan Media December 11, 2012 Corane
Ev wêne bi 147 hezar Dolar hat firotin
Li cîhanê sûretê ku herî zêde tê naskirin, sûreta "Keça Efganî" bi bihayekî zêde hate firotin. Sûreta Keça Efganî a ku di sala 1985 an de hatibû kişandin, tam bi 147 hezar dolarî hate firotin.

Sûreta "Keça Efganî" a ku di sala 1985 an, meha Hezîranê de, di kovara National Geographicê de hatibû weşandin, li New Yorka Amerîkayê, di muzayedeyekê de hate firotin.

Sûreta ku piştî weşana National Geographicê li cîhanê bû remza Efganistanê, li mala muzayedeya Christie's derxistine firotinê. Sûreta bi navê "Keça Efganî" tê naskirin, ji aliyê fotokêş Steve McCurry ve hatibû kişandin. Ew sûreta bi bihayê 147 hezar dolarî hate firotin.

Di sûreta Keça Efganî de, a ku herî pirr balê dikişîne ser xwe, awirên keça çav şîn in. Keça Efganî bi çavtirsî li objektîvê dinêre.

Avestakurd
Top