• Friday, 03 May 2024
logo

Tenduristiya pê çima girîng e

Gulan Media December 10, 2012 Corane
Tenduristiya pê çima girîng e
Tenduristiya pê çima girîng e?

Derket holê ku di piyê mirov de nexweşîneke çiqas biçûk jî hebe, ev dibe sedem ku mirov di aliyê meşê de zehmetî bikşîne.

Pêşiyên me dema nifir li hev kirine, gotine "Xweda belaya te ji ber piyê te bide." Ev gotin bi xwe jî nîşan dide ku pê di jiyana mirov de xwedî risteke çawa ye. Pisporên li ser tenduristiya dest û pê lêkolîn dikin jî, balê dikşînin ser girîngiya pê. Pispor didin zanîn ku jiyana bi saxî û selametî, bi tenduristiya pê destpê dike û bedena mirov dişibînin avahiyek. Pispor destnîşan dikin ku carna sedema nexweşînên wekî êşa piştê, fitqa navê, heta êşa stûyê mirov jî, piyê mirov in. Pispor vê tespîtê jî dikin: "Ji meşa mirovek, dikarî fêm bikî ku nexweşîna pê lê peyda bûye an na. Nexweşîna ji ber paniya mirov nizm an jî bilind e peyda dibe, ger di destpêkê de bê tespîtkirin, dikare were dermankirin. Bi vî awayî mirov dikare pêşî li gelek nexweşînan jî bigre."

'Pêlav jî girîng e'

Pispor didin zanîn ku di tenduristiya pê de tişteke herî girîng jî, pêlav e û wiha dibêjin: "Mirov pêlava xwe li gorî piyê xwe bibjêre, heta li gorî nexweşîna piyê xwe bistîne, pêwîst nake di demên pêş ên jiyana xwe de bi nexweşînên pê re mijûl bibe."

Rudaw
Top