• Friday, 03 May 2024
logo

Ji zikê keçikek 13 salî kîsteke 6 kîloyî derket

Gulan Media December 8, 2012 Corane
Ji zikê keçikek 13 salî kîsteke 6 kîloyî derket
Li Meletî ji zikê keçikek 13 salî, kîsteke 6 kîloyî derket. Kîst, bi ameliyatê ji zikê keçikê hat girtin.

Li bajarê Meletî yê bakûrê Kurdistanê, ji zikê keçikek 13 salî ya bi navê N.B, kîsteke 6 kîloyî derket. Bijîşkê Nexweşxaneya Mujde ya Meletî Mehmet Şehîtoglu, bi ekîba xwe re, ameliyatek kir û kîsta di navbera zik û rehîmê de, derxist. Şehîtoglu zanîn ku N.B. 3-4 meh beriya niha serî li wan daye, diyar kiriye ku zikê wê mezin bûye, êşiyaye û nekarî destava mezin bike. Şehîtoglu ragihand ku li ser vê yekê tetkîk hatine kirin û piştre kîst hatiye tespîtkirin. Şehîtoglu der barê nexweşiya ku kêm tê dîtin de ev agahî dan: "Ameliyatek bi qasî 2 demjimêran, hat kirin. Di encama ameliyatê de kîstê ku 6 kîloyî ye, hat derxistin. Ev nexweşîn di nav zarokan de kêm e. Lewma jî zarokên ku zikê wan mezin bibe, biwerime û nikaribin destava mezin bikin, pêwîst e ji malbata xwe re bêjin û bijîşk wan muayne bikin. Ger ku N.B. serî li me nedaya, dibe ku dema li cihekî biqelibe, ev kîst biteqiya û ev keçik bimra. "

Rudaw
Top