• Saturday, 04 May 2024
logo

Karox tevlî pêşbirka modelên herî baş ên cîhanê dibe

Gulan Media December 7, 2012 Corane
Karox tevlî pêşbirka modelên herî baş ên cîhanê dibe
Ciwanê kurd Karox Yûnis di pêşbirka îsal a modelên herî baş ên Belçîkayê de bû yekemîn û tevlî pêşbirka navdewletî ya modelên herî baş li Stenbolê dibe, ku di meha Kanûna îsal de tê lidarxistin. Karox got: “Hêviya min ev bû bi navê Kurdistanê beşdarî pêşbirkê bibim, lê neçar im bi navê Iraqê beşdar bibim.”

Karox Yûnis (24) ji bajarê Hewlêrê ye û ji sala 2008ê ve li Belçîkayê dijî. Karox ciwanekî bedew e û xwedî laşekî balkêş e û ji ber van taybetmendiyan biryar standiye ku karê modeyê bike. Karox Yûnis ji Rûdawê re diyar kir ku karkirina di warê modeyê de hêviya wî ya mezin bûye û kêfxweş e ku weke Kurdekî di warê modeyê de serkeftî û berçav e. Karoxê xwîngerm û Kurdistanhez ji Rûdawê re got: “Hêvî û projeyên min ên pirr mezin hene di warê modeyê de ku di pêşerojê de xizmetên baş bo Kurdistanê bikim. Niha li wir hemû kesên eleqedarê karê modeyê min mîna Kurdekî nas dikin.”

Karox sala 2009-2010 kurseke taybet a staylên modeyê xwendiye û niha bi profesyonelî dixebite: “Piştî ku min kursa xwe qedand, hemû aliyên derdora min ez han dam ku tevlî karê profesyonel ê modeyê bibin û heta niha min kar bo çend kompanyayên cilûbergan kiriye ku herî zû wêneyên min di kovar û rojanmeyên mezin de belav dibin.”
Di Gulana 2012ê de Karox Yûnis beşdarî pêşbirka modelên herî baş li Belçîkayê bû: “Di nav 300 kesên ku tevlî pêşbirkê bibûn, ez wek modelê nimûne û herî baş hatim hilbijartin.” Ji ber vê serkeftinê, Karox mafê beşdariya di pêşbirka navdewletî ya modelên herî baş de standiye. Pêşbirka navnetewî wê di Kanûna îsal de li Stenbolê bê lidarxistin û bi sedan modelên ji seranserê cîhanê tevlî bibin.

Li Belçîkaye û di nav karê modeyê de nasnameya Karox Yûnis weke “kurd” hatiye tomarkirin û di danasîna wî de jî ew weke KURD hatiye nasandin, lê ew pirr xemgîn e ku rê nedan wî ku bi navê Kurdistanê tevlî vê pêşbirka navdewletî bibe: “Hêviya min a mezin ev bû ku bi nasnameya Kurdistanê beşdarî vê pêşbirka navdewletî bibim, lê lijneyê ne pejirand û gotin ku Kurdistan ne welat e û ez neçar kirim bi navê Iraqê tevlî bibim.” Karox destpêkê biryar standibû ku ji ber vê sedemê tevlî pêşbirkê nebe, “lê li ser teşwîq û handana pirr aliyan û hebûna bextê serkeftina min, min biryar girt ku ez beşdar bibim, wekî modelê herî baş di asta Iraq û Herêma Kurdistanê de û ezê ji 1 heta 9ê Kanûnê li Stenbolê bim.”

Di dawiye de Karox xeyala xwe jî veneşart û got “eger ez di pêşbirkê de qezenc bikim, ezê ala Kurdistanê bi serbilindî bi singê xwe ve hildim û ji her kesî û li her cihî bêjim ku Kurd im. Armanca min ev e ku bi vî karê xwe Kurd û Kurdistanê bêtir bi gelên cîhanê bidim nasandin.”

Rudaw
Top