• Friday, 03 May 2024
logo

Xewa kêm dibe sedemê qelewtiyê

Gulan Media December 5, 2012 Corane
Xewa kêm dibe sedemê qelewtiyê
Pispor her tim balê dikişînin ser xewa pêwîst û dibêjin dema mirov navber bide xewê an jî xew rastî pirsgirêkan bê, rûnê di laş de zêde dibe û qelewtî destpêdike.

Di serdema niha de ku obezite ango qelewtiya zêde pirr belav dibe, zehmet e ku mirov kiloyên xwe kêm bike an jî di heman kiloyê de bimîne. Pispor destnîşan dikin ku ligel bernameya diyetê eger kîloyên mirov kêm nebin, sedem xewa kêm e.

Pispor herwiha balê dikişînin têkiliya navbera xewê û rêjeya rûn û şekir di xwînê de. Li gor pisporên tendirustiyê di dema xewa kûr u dirêj de ew hormonên ku rûnên di laş de dişewitînin, dikevin nava tevgerê. Lê dema xew qut bibe û nîvco bimîne ew hormonên ku rûn dişewitînin nikarin çalakiya xwe berdewam bikin. Lewma eger mirov zêde û bênavber ranezê, hormon fonksiyona xwe bicih naynin û rûn û şekir di laş de zêde dibin. Ev jî dibe sedemê qelewbûnê. Li gor pisporan ji bo xewa îdeal ev tist pêwîst in:

Alkol û cigarê kêm bikin.
Her roj herî hindik 45 deqe bimeşin.
Li cihê razanê ti karekî nekin û xwarin nepijînin.

Saetek beriya razanê hemû karê xwe bidawî bînin.

Beriya xewê xwarin û vexwarinên ji şîr tên çêkirin bo xewê baş in.

Rudaw
Top