• Friday, 03 May 2024
logo

Cigare mêjî pûç dike

Gulan Media December 3, 2012 Corane
Cigare mêjî pûç dike
Li gor lêkolînên tendirustiyê, kişandina cigareyê bandor li ser çalakiyên mêjî dike û dibe sedemê jibîrkirinê û fêrbûna dereng û fikirandina zehmet.

Li Londonê 8800 kesên ku temenê wan li jorî 50 salî ye tevlî rapirsîna kovara "Age and Ageing" bûn. Ev lêkolîn ji sala 2004ê ve dom dike û ji %55ê kesên ku beşdar bûne jin in. Her kesek behsa jiyana xwe û xwarin û vexwarina xwe kiriye. Pisporên lêkolînê ji wan kesan xwestine ku di nava deqeyekî de navê gellek sewalan bêjin an jî ceribandina ka di nava deqeyekî de dikarin çend peyvên nû fêr bibin. Bi vî awayî pispor karîne çalakiya mêjiyê wan kesan kontrol bikin. Heman test piştî 4 salan careke din û piştî 4 salên din jî ando di sala 2012yê careke din hatiye kirin. Di dawiya lêkolînê de derketiye holê ku kesên ku cigare dikişînin di mijara fêrbûnê de zehmetî kişandine û herwiha gellek tişt zêde jibîrkirine li gor kesên cigare nakişînin.

Piştî kişandina cigareyê û maddeyên xosber xwarina bê sîstem û obezîte jî bandorên xirab li ser çalakiya mêjî dikin. Heman tişt li ser krîza dil jî bandor dikin.

Rudaw
Top