• Saturday, 04 May 2024
logo

Şaciwana Meksîkayê kuştin

Gulan Media December 2, 2012 Corane
Şaciwana Meksîkayê kuştin
Nimayîşkar û xwediya naznavê şaciwaniyê li pêşbirka wîlayetên Sînalo a 2012`an Marya Sozane Floris di pevçûnekê di navbra çeteyên çekdar û artêşê de li bajarê Mokrîno ya welatê Meksîkê hate kuştin.

Li gor zanyariyên dazgehên ragihandinê ya Meksîkayê Sozane ketiye nava şerê navbera hêzên artêşê û komek çekdar li navçeya Balmar Dî Los Liyal de, derdikeve hole ku li gel xurtekî hevalê xwe bû ew jî bi nav wan de hate kuştin.

Li gor nûçeyê amaje bi wê yekê hatiye kirin ku koma çekdar êrişî hêzên artêşa Meksîkayê ku mijûlî çavdêrkirina wê grûpê bûn dikin û hêzên artêşê jî bersiva wan dane.

Li gor zanyariyên ne fermî aşkira kirine ku hevalê şaciwana Meksîkayê li gel wan çekdarane bûye dema ku êriş kirine ser artêşê.

Xendan
Top