• Friday, 03 May 2024
logo

Turkan Şoray cara ewil derbarê pirsgirêka kurdan axivî

Gulan Media December 1, 2012 Corane
Turkan Şoray cara ewil derbarê pirsgirêka kurdan axivî
Aktrîsa navdar Turkan Şoray cara yekem derbarê pirsgirêka kurdan de axivî û got ew nûçeyên girîng ji rojnameyan dicivê: "Wêneyek heye ku dayîkeke kurd û tirk ku kurên xwe di şer de wenda kirine, hevdu hembêz kirine. Ez jî dayîk im û êsa wan nas dikim. Ez dikarim di asta evînê de mirovan bînim ba hev."

Rojnameya Milliyetê bi leystikvana navdar Turkan Şoray re hevpeyvînek cêkir û Şoray debarê pirsgirêka kurdan nêrîn û hestên xwe vegotin. Şoray got, "Ez carina difikirim ku herim rojhilat (mebest bakurê Kurdistan e R.) û ka dikarim çi bikim. Xwaziya min kariba tiştek bikira. Ji bo aştî û aramiya li welatê min eger karekî bikeve ser milê min ezê bi kêfxweşî bikim.ˮ

Derbarê bêdengiya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê jî Şoray dibêje, “Weke kesek ku li vî welatî dijî û pirr jê hezdike, hemû bûyer bala min dikişînin û dilê min diêşînin. Nêrînên min jî hene, ez berê tevlî xwepêşandanan jî bûm. Hemû mijarên derbarê mirovahiyê bala min dikişînin. Lê ez bawer nakim ku pirsgirêk bi hewldanên kesayetî çareser bibin. Divê em wek civak bibin yek da ku çareser bikin. Eger sûdek min hebe ez xwe nadim paş.ˮ

Rudaw
Top