• Saturday, 04 May 2024
logo

Ji bo ku mêjî baştir bixebite...

Gulan Media November 28, 2012 Corane
Ji bo ku mêjî baştir bixebite...
Pisporan diyar kir ku werzîşa di temenên pêş de, mêjî baştir û ciwantir dike.

Lêkolîneke ji aliyê Zanîngeha Californiayê (UCLA) ve hat kirin, nîşan da ku temenê meriv çiqas zêde dibe, pêdiviya bi werzîşê jî ewqas zêde dibe. Akademîsyenê bi navê Cyrus Raji, diyar kir ku di mêjî de madeyek gewr heye û li ser vê madeyê lêkolîn kirine. Raji da zanîn ku miraq kirine ka werzîş bandoreke çawa li vê madeyê dike û wiha got: "Em ji vê madeyê re dibêjin korteksa mêjî jî. Piraniya agahiyên ku em bikar tînin di vir de tên tomarkirin. Ev made ji noron û lîfên sinirê pêk tên. Dema ku ev kêm dibe, pîrbûna mêjî û nexweşiyên wekî Alzheimer derdikeve hole."

Ji sedî 5 zêde dike

Raji ragihand ku li UCLA’yê wêneyên sêalî û MR yên 876 kesên temenê wan di navbera 69-95 de ye hatine kişandin. Raji got ku li gorî encamên lêkolînê, ji van kesan yên ku zêde kalorî xerc kirine, li gorî yên din xwedî ji sedî 5 zêdetir rêjeyeke vê madeya gewr bûne.

Rudaw
Top