• Monday, 29 April 2024
logo

Rojê kivarkekê bixwe tê ji penceşêrê dûrkeve

Gulan Media November 17, 2012 Corane
Rojê kivarkekê bixwe tê ji penceşêrê dûrkeve
Li gor bilindahî, cih, war, mezinahî, biçûkahî tewr û rengên xwe tên guhertin. Kivark li nav axê, di nav avên şîrîn, li kêm cihan jî di nav avên behran de jî hêşîn tên. Gelek rengên wan hene. Wek sor, zer qehweyî, spî, kremî û hwd. Hinek jî di Tib ê de tên bikaranîn. Hinek dibin sedemên nexweşîyan, hinek jehrîker û xisardar in. Ne tenê xisarê didin ruhberan, her weha didin keskatî û hêşînhatên din û ruhberan.Hinek di sanaîya kîmyayê de tên xebitandin. Hinek ji wan tên xwarin. Yên tên xwarin derman û xurekî herî baş in. Tê gotin 500 lewn û 14.000 cûreyên wan hene. Lê yê herî bi qedir, yên bi kumik in û dişibin sîwankan (şemsîyan). Rengên wan wek şîr spî ne.

Têdahî: Proteîn, hesin, rûn, şekir, asîtên folîk, karbondhîdrat, gelek cureyên vîtamînan û hwd.Li gor lêkolînên Mîn Zang yên ku li Unîversîta Awustiralya bakur, li bajarê Hancou ya Çînê li ser 2018 kesan hatiye kirin, ( ku nîvê wan bi penceşêra pistanan (memik) ketibûn) aşkera bûye ku kivarkan hema hema rîska penceşêrê ji holê hilanîye û yên pê ketî jî berbi başbûnê ve rû dane. Mîm Zang di rapora xwe ya di sala 2004-2005 an de dibêje: “Rojê xwarina 10 gm kivark pêşîya penceşêran digire. Bandora kivarkên ter û hişk wek hev e.

Li gor lêkolînên Unîversîta Çukurova kivark sistema xweragirînê bihêz dike.Li gor lêkolînên Unîverisîta Pamukkale beşê lêgerîn û lêkolînên kivarkan Doç Dr. Kudret Gezer dibêje:“Kivark ji bo bedena mirovan xwarinek pir giring e.

Prof. Dr. Ahmet Marankî dibêje: “Nirxa proteîna kivarkê ji ya goşt zêdetir e. Kivark hiş baş dixebitîne, westîyana bedenê diborîne. Jibo kesên jar (lewaz) û kêmxwîn xurekek pir hêja ye. Xwînê çêdike, bedenê bihêz dike.Kivark jehra axê ye lê jibo mirovan (ku ew jî ji axê çêbûne) jî jahrkuj e. Kivark hewceye roja bê patin bê xwarin û nemîne jibo roja paştir. Hewceye kivark di beroş û firaxên aleminîyûm de neyên patin. Kesê nexweşîyên bawîbûnê pêre heyî, hewceye kêm bixwin. Kesên nexweşîyaÛremî heyî, divê kivarkan nexwin. Pir cûreyên kivarkan yên bi jehr hene. Lê kivarkên çandinî (yên bi destê mirovan tên çandin) mirov dikarin bêtirs bixwin”.

Karanîn: Kivark bi gelek awayan tê bikaranîn wek: Tirşî , hişkkirin, tirşik, sorkirin, birajtin, bi rûn û bê rûn xwarin jê çêkirin û hwd. Ji kivarkan bi sedan cûreyên xwarinan tên çêkirin.Ew jî karê xwarinpêj û kebanîyan e.

Xendan
Top