• Tuesday, 30 April 2024
logo

Lady Gaga mîlyonek dolar bexşande Xaçasor

Gulan Media November 10, 2012 Corane
Lady Gaga mîlyonek dolar bexşande Xaçasor
Stranbêja Amerîkî Lady Gaga, ji bo alîkariya kesên ku ji bagera Sandy zirar dîtine, mîlyonek dolar bexşande Xaçasor. Pere li ser navê bav, dayik û xuçkên xwe bexşandiye.

Stranbêja Amerîkî Lady Gaga, piştgirî da welatiyên ku ji bagera Sandy zirar dîtine. Gaga daxuyandiye ku wê, ji bo ku alîkariya kesên ji bagera Sandy zirar dîtine bê kirin, mîlyonek dolar bexşandiye Xacasor. Gaga pere, li ser navê bav, dayik û xûçkên xwe dane Xaçasor.

Lady Gaga li ser bloga xwe wiha nivîsandiye, "ku derên wek Lower Eastside, Harlem, Bronx û Brooklynê nebûna, ez ê nebûma hunermend an jina niha. Ez kesên ku rihê min ava kirine re spasiya xwe dikim. Niha ez ê ji we re alîkariyê bikim ku hûn jî xwe ji nû ve ava bikin."

Avestakurd
Top