• Monday, 29 April 2024
logo

Fransa li ser kelha Hewlêrê navendeke şûnwariyê vedike

Gulan Media November 9, 2012 Corane
Fransa li ser kelha Hewlêrê navendeke şûnwariyê vedike
Fransa dixwaze li ser kelha Hewlêrê navendeke şûnwariyê veke. Herwiha biryare hêjmarek kompaniyên di warê firokevanî, kiştukal, şûnwar û bazirganiyê de bi armanca hilberînê bên Herêma Kurdistanê.

Duh (08.11.12) piştî nîvro serokê dîwana civata wezîran a Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Ehmed ligel konsolê giştî yê Fransa yê li Herêma Kurdistanê Alan Dêt Gêp Xat civiya. Di civînê de behsa hatina şandeke Fransa hat kirin ku biryare di çend rojên bê de serdana Herêma Kurdistanê bike. Di nava wê şandê de nûnerê 20 kompaniyên di warên wekî, firokevanî, kiştukal, şûnwar û bazirganiyê de hene.

Ji bilî vê yekê Fransa dixwaze navendeke girêdayî peymangeha şûnwariyê ya Fransa li ser kelha Hewlêrê veke û niha konsolxaneya Fransa di nava amadekariyan de ye.

Rudaw
Top