• Monday, 29 April 2024
logo

Rojane 260 dolaran bi hemêzkirinê qezenc dike

Gulan Media November 6, 2012 Corane
Rojane 260 dolaran bi hemêzkirinê qezenc dike
Navê xwe Jackie Brown e, lê karê xwe balkêşe û ji hemû karên din cudatire. Ji Jackie Brown a temen 29 salî re dibêjin 'pispora hemêzkirinê'.

Li gor rojnameya Daliy Mail, Jackie ji bo pereyên perwerdê û xwedîkirina zaroka xwe qezenc bike, ew biyaniyan hemêz dike. Li pey vî karê xwe ew rojane 260 dolaran qezenc dike.

Li gor jêderê, kesên di şeran de birîndar bûyîn di nav de her hefte 30 zilaman hemêz dike. Lê Jackie ji ber karê xwe bûye benîşt di devê hinekan de û jeer dibêjin 'ew laşfiroşe', 'karê dike ji laşfiroşiyê kembaxtire' û heta şirketa wê gefan lêdike ku ji karê berdiyê.

Lê Jackie cuda difikre û dibêje 'ez weke ku yeke dizane çawa hembêz bikim ji dayîk bûme. Hemêzkirin bikeyf û tendrustiye.'

Her weha berdewam dike û dibêje 'Ez difikrim kesên têne cem min ji sedemên cuda tên. Kesên îxtiyar bi salane hevjîna xwe wenda kirine, pêdivî dibînin destê xwe bidin hinekan.'

Lê der barê kesên xurt de dibêje 'Kesên xurt yên tên cem min, xwe dibînin ji têkiliyeke nû derketine, yan jî merek dikin ka dê çawa bibe, tên.' Jackie beramber 60 dolar di demjmêrekê de xizmetê ser înternetê dike.

Lê, kesên tên, qedexeye ku destê xwe bidin hin deverên canê wê. Karê Jackie ew çend pêşketiye û zêde bûye, neçar maye hemêzkareke din bi navê Collie bîne cem xwe.

Avestakurd
Top