• Monday, 29 April 2024
logo

Du birayên kurd şampiyoniya Kick, Thai Boks û K-1ê ji dest nadin

Gulan Media November 4, 2012 Corane
Du birayên kurd şampiyoniya Kick, Thai Boks û K-1ê ji dest nadin
Malbata Barakat a ji Rojavayê Kurdistanê li bajarê Almanyayê Kolnê dijî û 5 kurên wan bi sporên şer re mijûl in û serkeftî ne. Ji 5 birayan bi taybetî du bira, Îbrahîm û Bihes Barakat hemû serkeftinên mezin di Thai Boks, Kick Boks û K-1ê standine û hê jî şampiyonî di destê wan de ye.

Di dawiya sala 1988ê de malbata Barakat ji bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê koçî Almanya kirin û li bajarê Kolnê bicîhbûn. Piştî dibistana seretayî kurê wan ê mezin Îbrahîm Barakatê ku di sala 1979ê de li Hesekê hatiye dinyayê li cem hevalên xwe yên Kurd li Kolnê fêrî Kick Boksê bû û di demeke kurt de rêya serkeftinê dît. Îbrahîm paşê yek bi yek birayên xwe jî tevlî beşên spora şer kirin.

Salona Cologne Fight Academy vekir

Di sala 2000î de Îbrahim li Kolnê salona perwerdeya sê beşên sporê, ango Boks, Kick Boks, Thai Boks, Taekwondo, Muay Thai û K-1ê vekiriye û heta niha vî karî dom dike. Li gor agahiyên Îbrahîm niha nêzîka 60 keç û xort ku 15 ji wan Kurd in, li salona wî perwerdê dibînin. Îbrahîm Barakat di sala 2004ê de bûye Şampiyonê Ewropayê yê Kick Boksê û di sala 2006ê de jî bû Şampiyonê Cîhanê yê Kick-Boksê. Îbrahîm bo Rûdawê daxuyand ku pirsgirêka wan a herî mezin sponsor e û got, “Ji akademiyê û ji serkeftinên şampiyoniyan pereyê ku dikeve destê me, dîsa ji bo organîzasyoneke din diçe. Em bi xwe sponsoriya xwe dikin. Çend car ez bi xwe bo sponsoriyê bi çendîn bazirganên kurd de axivîm û min behsa serkeftinên me û pediviyên me ji wan re kirin, rabûn 20 Euro pere dane min. Bi rastî min zêde fedî kir û ez êdî nikarim ji yekê ev tişt daxwaz bikim.ˮ Îbrahim xwediyê sertîfîkaya mamostetiyê ye li Kolnê û ji bilî mamostatî û menajertiyê herwiha organîzasyonên hevrikiyan jî dike.

Bihes xwediyê 6 şampiyoniyan a

Di nava 5 birayan de yê herî serkeftî Bihes Barakat e. Bihes di sala 1988ê de li Hesekê hatiye dinyayê û di heman salê de ji bi malbatê re hatiye Almanyayê. Bihes li cem birayê xwe Îbrahîm fêrî sporên şer bûye û di navbera salên 2007 û 2011ê de 6 şampiyoniyên girîng bidestxistine. Li gor agahiyên ku Îbrahim Barakat dane me, Bihes bi mamostetiya Îbrahîm ev şampiyonî bidestxistine: “Birayê min di 2007ê de bû Şampiyonê Ewropayê yê Kick Boksê, di heman salê de bû Şampiyonê Cîhanê yê Thai Boksê. Di 2008ê de di hevrikiyên ciwanan de, ango Juniorweltmeister de bû şampiyonê boksê yê cîhanê. Di 2010ê de li Bosnayê dîsa bû Şampiyonê Cîhanê yê Kick Boksê. Sala borî jî li Kolnê di hevrikiyê Global Boksing Council de di serê K-1 de bû şampiyon.ˮ

5 birayên sporvan

Îbrahîm, mamostetiya Kick, Thai Boks û K- dike li Cologne Fight Academy

Bihes Barakat ji 2007ê heta 2011ê şampiyoniya Kick Bosk, Thai Bosk û K-1 Almanya, Ewropa û ya Cîhanê ji dest nedaye.

Bekir Barakat li Euskirchenê salona wî ya perwerdeya Kick Boksê heye.

Sepal barakat li Kolnê di Kreisliga de futbolê dileyîze.

Ezîz Barakat piştî çend salên Kick Boksê û boksê dev ji sporê berda û niha karekî din dike.

Rudaw
Top