• Monday, 29 April 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Emê ji parlamentoyê bibin

Gulan Media October 24, 2012 Corane
Nêçîrvan Barzanî: Emê ji parlamentoyê bibin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku wê di maça navbera hikûmet û parlamentoyê de çend golan bavêjin parlamentoyê û wê ji wan bibin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kongreyeke rojnamevaniyê ya ku duh di serdana xwe ya li Germiyan encamdayî de got: “Em xwe amade dikin, ji bo maça navbera parlamento û hikûmetê de antremanan dikin.” Nêçîrvan Barzanî plana maçê eşkere nekir û got: “Ev veşartiye.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew texmîn dikin ji parlamentoyê bibin û di maçê de çend golan bavêjin.

Biryare meha bê li stadyuma Franso Herîrî ya li Hewlêrê, maçeke futbolê navbera parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bê encamdayîn. Ji bo wê armance jî ev çend heftîne, wezîr û parlamenteran dest bi antremanan kirine.

Rudaw
Top