• Monday, 29 April 2024
logo

Di weşana zindî de hate tacîzkirin

Gulan Media October 23, 2012 Corane
Di weşana zindî de hate tacîzkirin
Nûçegîhana Fransiz Sonia Dridi, a ku li Misirê di nav çalakgeran de ma, di weşana zindî de ji aliyên gellek kesan ve hate tacîzkirin.

Li Qada Tahrîrê a ku li Misirê wek qada azadiyê tê zanîn, nûçegîhana Fransiz a ku di nav çalakgeran de ma, di weşana zindî de û piştî weşana zindî, ji aliyê bi dehan kesan ve hate tacîzkirin.

Nûçegîhan Sonia Dridi, diyar dike ku, ji aliyê bi dehan kesan ve ev hatiye dorpêçkirin û rasta tacîzê hatiye. Wiha dibêje, "Bi destên xwe temasa her dera min kirin. Dûra dema ku yekî xwest bişkova min bigre, min ferq kir ku bişkovên min vekirine. Ez ji aqibeta herî xirab filitîm, çimkî min kembereke gellekî saxlem girêdabû. Piştî bûyerê min şokeke mezin jiya û hîn jî ez xwe xirab hîs dikim."

Avestakurd
Top