• Monday, 29 April 2024
logo

Îbo hevjîna xwe a ducanî terk kir

Gulan Media October 22, 2012 Corane
Îbo hevjîna xwe a ducanî terk kir
Tê îdiakirin ku stranbêj Tatlises, hevjîna xwe a ducanî terk kiriye û ev 2 heftene ku naçe mala xwe. Tatlises niha li kargeha xwe radibe û rûdine.

Stranbêjê bi nav û deng Îbrahîm Tatlises, tê îdiakirin ku, ji hevjîna xwe Ayşegul Yildizê qeheriyê û mala xwe terk kiriye. Îdia ev e ku Tatlises, 2 heftene naçe mala xwe û li kargeha xwe dimîne.

Tatlisesê 59 salî, bi Ayşegul Yildiza 30 salî re, 27ê Îlona 2011 an de zewicîbû lê, ev 11 salin ku bi hev re dijîn. Hevjîna Tatlises ducaniya 5 mehan e.

Ji ber sedemeke nediyar, Îbrahîm Tatlises ji hevjîna xwe qeheriye û mala xwe terk kiriye.

Avestakurd
Top