• Monday, 29 April 2024
logo

123 saliye û 147 neviyên wê hene

Gulan Media October 20, 2012 Corane
123 saliye û 147 neviyên wê hene
Jina bi navê Elîf Gogebakan a ku li taxa Sumer a Mereşê dijî 123 saliye û 147 neviyên wê hene.

Dîroka ji dayîkbûna Elîf Gogebakan 1889 e û kesên vê li ser nasnameya wê dibînin, bawer nakin. Elîf herdu şerên cîhanê dîtiye. 3 zarokên kur, 2 keç, bi giştî bûye xwediyê 8 zarokan û 3 zarokên wê jî mirine.

Bi giştî 147 neviyên dabîra Elîf hene. Bi vî awayî 41 nevî, 95 zarokên neviyên wê û 11 neviyên neviyê wê hene. Berî 45 salan hevserê wê jiyana xwe ji dest da. Dabîra Elîf sedsalek derbas kiriye û heta niha bi nexweşiyekî ciddî neketiye. Li gor temenê xwe bi tendirûste, tevî di axaftinê de hinek zehmetiyan dikêşe, lê dîsa jî ligel nevî û zarokên xwe sohbetê dike.

Kurê dapîra Elîf yê bi navê Ehmed Gogebakan diyar kir ku dayîka wê tiştên xwezayî dixwe û wiha got: “Di sifreya wê ya xwarinê de, timî goşt, mast û şîr heye.” Goyebakan diyar kir ku dayîka wê piraniya temenê xwe li zozanan derbas kiriye û wiha got: “Dayîka min mî (mih) xwedî dikir, gelek salên dirêj li zozanan di çadiran de jiyan kir. Em jî bi mî û bizinan re mijûl bûn.”

Rudaw
Top