• Monday, 29 April 2024
logo

Madonna xwe tazî kir (Vîdyo)

Gulan Media October 15, 2012 Corane
Madonna xwe tazî kir (Vîdyo)
Stranbêja popê a navdar Madonna, di konsera xwe a li Los Angelesê de, bi armanca rêxistina Talîban protestokirinê, li ser dikê xwe tazî kir.

Madonna, ji bo ku rêxistina Talîban protesto bike, ku rêxistinê li Pakistanê, aktîvîst Malala Yousafzay, di serwîseke dibistanê de birîndar kiriye û niha ew li ber mirinê ye, di konsera Los Angelesê de xwe tazî kir.
Madonna, li ser dikê, bi heyranên xwe re got, "

ez dixwazim ji we re qala meseleyeke cidî bikim. Malala Yousfzayê 14 salî yê ku li Pakistanê ji bo zarokên keç bide xwendin xebat dimeşand, ji aliyê Talîban ve hatiye birîndarkirin. Dema min ev bûyera bihîst, min hêstirk barandin."

Madonna, li ser pişta xwe MALALA nivîsandibû û strana xwe a Human Nature diyariya Malala Yousufzay kir.

Avestakurd
Top