• Tuesday, 30 April 2024
logo

Qehwê zêde venexwin

Gulan Media October 13, 2012 Corane
Qehwê zêde venexwin
Lêkolînvanên amerîkî di lêkolîneke nû de hişyarî didin ku vexwarina 3 fincanên qehwê di rojekê de xetera derketina ava şîn zêde dike ku dibe sedemê ji destdana dîtinê yan korbûnê.

Lêkolîn di kovara Science Visual a amerîkî de hat weşandin û tê de hatiye nivîsandin ku divê qehwevexwer bizanin vexwarina zêde ya qehwê wan rastî ji destdana dîtinê dike.

Lêkolîn ji aliyê lêkolerên zanîngeha Harvard hatiye kirin û tê gotin: "Vexwarina qehwê, girêdayî ava şîn e ku zexteke zêde li ser hêza çav dike."

Amadekarê sereke yê lêkolînê Jay Hi Kang got: "Gellek sûden qehwê ji bo mirovan hene, lê vexwarina zêdeyî 3 fincanên qehwê di rojekê de xetera derketina ava şîn çêdike, nemaze bi rêjeya ji sedî 66 vê xeterê çêdike."

Ava şîn yan Glaucoma di encama bilindbûna stresa çav de çêdibe, ku ev jî dibe sedemê xerabûna şaneyên damara dîtinê, ger ev rewş neyê dermankirin jî xerabûn zêdetir dibe û damara dîtinê bi tevahî digire û bi vî rengî çav dîtina xwe ji dest dide.

Rudaw
Top