• Monday, 29 April 2024
logo

Li resturantekî Japonî 2 meymûn kar dikin

Gulan Media October 9, 2012 Corane
Li resturantekî Japonî 2 meymûn kar dikin
Resturantekî Japonî ji bo bala xelkê bikêşe ser xwe, 2 meymûn wekî karker dide xebitandin û ligel xwe damezirandine.

Li gor nûçeyeke rojnameya Dailly Mall, resturanta Kayabukiya Tavern a li bakurê Japonya, du meymûnên bi navê ‘Fokoçan’ û ‘Baçan’ ligel xwe damezirandine û kar dikin.

Rêveberê wê restûrantê berpirsyartiyekî cûda daye wan meymûnan. Baçan 12 saliye û berpirsê anîna xwarin û vexwarinên ji aliyê mişteriyan ve tê xwestin e. Lê Fakoçan bêyî ku tu daxwazê jê bikî, piştî xwarina mişteriyan qediya, xewlî û desmalên kaxez dide mişteriyan.

Li gor gotina rêveberê wê resturantê, damezirandina herdu meymûnan ji bo navdarbûna wê restûrantê arîkariyekî başe û gelek kes ji ber wê sedemê berê xwe didin restûranta wan.

Rudaw
Top