• Monday, 29 April 2024
logo

Wêneyê bavê xwe li ser gurçika xwe çêkir

Gulan Media October 2, 2012 Corane
Wêneyê bavê xwe li ser gurçika xwe çêkir
Arjen Arî, helbestvanekî Kurd e, ji bakurê Kurdistanê ye, yek ji helbestvanên navdar û xwedî rêz e.

Niha ew li nexweşxaneyeke Adana êşa şêrpençe dikişîne.

Kurd, bi rewşenbîr, nivîskar, hunermend û kesayetiyên xwe jêre duayan dikin û ji wê nexweşiya xerab rizgar bibe.

Malbata wî, bêguman ji her kesî bêhtir di xema Arjen Arî de ne.

Vaye kurê wî, sûretê bavê xwe li ser gurçika xwe çêkir. Arjen dibêje: Kurê min ê ji rihê min çûye wêneyê min li ser gurçika xwe wenşandiye. Çi bibêjim... kurê min hokkek e, çil gurçik e..."

Em hêvî dikin ku Arjen dîsa bi xweşî vegere nava malbat, dost û hevalên xwe.

Derbasî be.

Avestakurd
Top