Kurdekî li Swêdê xelata aştiyê wergirt
Xelata Aştiyê di nav civaka Swêdiyan de weke xelateke watedar tê naskirin. Heta niha gellek nivîskar, siyasetmedar, rewşenbîrên navdar ev xelatê wergirtine lê îsal ev xelat roja 21ê Îlonê kete destê komedyenê kurd Özz Nûjen. Özz Nûjen diyar dike ku keda wî ya çend salan berhema xwe dide û lewma pirr kêfxweş e.
Nûjen bibîr dixe ku Swêd 8min welatê cihanê ye ku herî zêde çekan difiroşe derve. Nûjen destnîşan kir ku gelê Swêdê vê rastiyê dizanê lê dîsa jî deng nake û wiha got: “Herkes dizane ku Swêd çekan difiroşe û herkes jî çavê xwe digire. Çima? Ji ber berjewendiyên wan hene. Ji sedî 70yê gelê Swêdê dibêjin ku ew li dijî firotina çekan in, lê dema çek tên firotin kes destê xwe ranake, rehetiya xwe têk nabin. Dizanin ku tiştekî xirab e jî, lê ji bo berjewendiyên xwe bêdeng dimînin. Swêdî gellekî aştîxwaz in, lê durû ne jî. Divê Kurd jî wisa bin û tenê berjewendiyên xwe bifikirin.”
“Eger hûn çekan nefiroşin, ez jî nayêm”
Özz Nujen destnîşan dike ku tenê kesên navdar ku ji bo aştiyê tekoşiyane ev xelat wergirtine û dibêje, “ez jî ketime nav karwanê wan û bûme yek ji wan, lewma gellekî serbilind im.”
Nûjen helwesta nijadperestên swêdî jî bi bîr dixe ku herdem ji biyaniyan dipirsin ka çima hatine welatê wan û wiha axivî: “Ez ji wan re dibêjim eger hûn çekan nefiroşin, ez jî nayêm. Ew dibin sedema penaberiya me, em warên xwe dihêlin û tên van deran. Lewra divê mirov li wijdana wan bide ku wan şiyar bike. Ez tenê dixwazim bi zimanekî zelal û vekirî ji wan re bêjim ku ev çekfirotin ne karekî mirovane ye, ne demokrasî ye, lê hovîtî ye.”
Damezrênerê komelê Xelata Nobelê wergirtibû
Komeleya Aştiyê ya Swedî (Svenska Freds- och Skiljedomsföreningen) komeleyeke serbixwe ye û yekem rêxistina aştiyê ya cîhanê ye. Komele her sal xelata xwe dide wan kesên ku li dijî şer helwesta xwe nîşan didin. Di bernameya wan de rawestandina li dijî firotina çekan ji bo welatên din re û rawestandina çekên kimyewî jî heye. Damezrênerê komelê, Klas Pontus Arnoldsson (1844-1916), bi xwe jî Xelata Aştiyê ya Nobelê ya sala 1908ê wergirtibû.
Rudaw