• Monday, 29 April 2024
logo

Gelo Angelina Jolie bi nexweşiya penceşêrê ketiye?

Gulan Media September 29, 2012 Corane
Gelo Angelina Jolie bi nexweşiya penceşêrê ketiye?
Tê îdîakirin ku hunermenda navdar û Nûnera Taybet ya Penaberên Neteweyên Yekbûyî Angelina Jolie bi nexweşiya penceşêrê ketiye.

Li gor rojnameya National Esquirer yaa Emerîkî Jolie bi nexweşiya Hepatît C'yê ketiye û nexweşiya wê giran bûye. Li gor jêderê, Jolie her roj tenê kariye 500 kalorî bigre û ber vê jî kîloyên wê heta 45'an daketiye. Her weha rojnameyê nivîsî ye ku bileztirîn dem de pêwîste kezeba reş ya Jolie bê guhartin. Hêjayî gotinê ye, berî demekê hunermenda navdar serdana Herêma Kurdistanê kiribû, ligel Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya bû û paşê jî serdana kampa penaberên Kurdên Rojava li devera Domîz kiribû.

Avestakurd
Top