Firokên cengî devera Qendîlê bombebaran dike
Guherdî diyar kir ku, di dema niha de 2 firokên cengî yên Turkiye li esmanê deverên Bamernî, çiyayê Metîna, Dêrelok û çend deverên din digerin, lê heya niha tu dever ji aliyê wan firokan ve ne hatine bombebarankirin.
Ji aliyekî din ve li gor zanyariyên nûçegîhanê Xendanê Yeqûb ji devera Qendîlê, firokên cengî yên Turkiye deverên gerîllayên PKK bi dijwarî bombebaran dike, lê heya niha ziyanên maddî an jî canî nayên zanîn.
Xendan