• Sunday, 26 May 2024
logo

‘Li gor destûrê Hikûmeta Herêmê nikare arîkariya leşkerî ligel ti welatekî bike’

Gulan Media January 5, 2012 Nûçe
‘Li gor destûrê Hikûmeta Herêmê nikare arîkariya leşkerî ligel ti welatekî bike’
Serfermandarê artêşa Tirkiyê di daxuyaniyekê de diyar kir heta niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Navendî ya İraqê di tekoşîna li dijî PKK’ê de ti arîkariyek ligel me nekiriye. Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî diyar kir ku li gor destûra Dewleta Federalî ya İraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare rasterast arîkariya leşkerî ligel ti welatekî bike.

Serfermandarê Artêşa Tirkiyê Nejdet Ozel ji nivîskarê rojnameya Milliyetê Fikret Bila re axivî. Ozel derbarê piştgiriya İraq û Başûrê Kurdistanê ya di tekoşîna li dijî PKK’ê de jî got: “Heta niha me ti piştgirî ji Hikûmeta Navendî ya İraqê û IKYY’ê (Hikûmeta Herêmî ya Kurdistana İraqê-Bêyî ku navê Kurdistan bikarbîne) wernegirtiye. Ji bo biryarên mekanîzmeya sê alî bikevin di pratîkê de, hewldanên hikûmeta me wê berdewam bikin.”

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer jî derbarê gotinên Ozel de di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemû karînên xwe hewl daye ku sînorên xwe biparêze. Ji bo parastina sînorên Herêma Kurdistanê tişta di derfetên Herêma Kurdistanê de heye, ji bo çekdar ji Herêma Kurdistanê êrişê welatên cîran, çi Îran, Tirkiye û Sûriyê nekin, Hikûmeta Herêmê sînorên xwe parastiye.”

Cebar Yawer derbarê arîkariya ewlekarî û leşkerî ya ji bo welatên cîran de jî got: “Li gor destûra Dewleta Federalî ya İraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare rasterast arîkariya leşkerî ligel ti welatekî cîran bike. Ji ber ku destûr di maddeya 110 de meseleya rêkeftina siyasîkirina welatê İraqê ligel welatên cîran têxe deshilata siyadî de. Hikûmeta Federalî ya İraqê dikare rêkeftinên ewlekarî yan leşkerî ligel welatên cîran û cîhanê îmze bike. Ji ber vê yekê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligor yasa û destûrê nikare ti hemahengî, hevkarî, karên hevbeş, çalakiyên leşkerî yên hevbeş û arîkariya ewlekariyê ligel ti welatekî cîhanê bike.”

Rudaw
Top