Li Xurmatûyê mamostayekî birayê xwe kuşt
![Li Xurmatûyê mamostayekî birayê xwe kuşt](https://gulanmedia.com/public/images/posts/20240525111650_original_17.jpg )
îro roja înê li bajarê Xurmatûyê mamosteyek ku rêvebirê dibistanekiye, li ser pirsgirêka erd birayê xwe kuşt.
Bûyer li gundê Xêzer qewimî û li gor çavkaniyeke polîs, wî mamostayî bi çek êrîşî ser birayê xwe kiriye û kuştiye.
Wê çavkaniyê tekez kiriye ku ew mamoste rêveberê dibistanêye û piştî bûyerê reviyaye, kesê hatiye kuştin jî mamosteyê malnişîne û termê wî ji bo bijîşka dadweriya Kerkûkê hatiye şandin.
Basnews