• Monday, 17 June 2024
logo

Şandeke Qeterî li Hewlêrê ye

Şandeke Qeterî li Hewlêrê ye

Sibê Konsulusxaneya Qeterê li Hewlêrê tê vekirin.

Şêwirmendê fermangeha têkiliyên derve Helgord Saleyî ragihand ku, şeva derbasbûyî şandek ji rayedarên Qeterê serdana Hewlêra paytext kiriye.

Helgord Saleyî ragihandiye ku,şeva derbasbûyî şandeke Qeterî bi Serokatiya Emîndarê wezareta derve ya Qeterê Dr. Ehmed Hesen hatiye Hewlêrê û ji aliyê berpirsê têkiliyên derve yên hikûmeta herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatiye pêşwazîkirin .

Nav hatî diyar kiriye ku, armanc ji vê serdana han pêşde birin û bihêztir kirina têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Qeterê ye û bo vê mebestê jî vê şanda Qeterî çend civîn û hevdîtinan li gel rayedarên Kurdistanê pêk bîne û sibê yekşem jî Qeter bi fermî Konsulusxaneya xwe ya li Hewlêrê veke.

 

 

Top