• Sunday, 26 May 2024
logo

Mihemed Elî Clay lepikê xwe wekî diyarî dide Nêçîrvan Barzanî

Gulan Media January 4, 2012 Nûçe
Mihemed Elî Clay lepikê xwe wekî diyarî dide Nêçîrvan Barzanî
Lîstikvanê boksê yê navdar Mihemed Elî Clay lepikên xwe bi îmzeya xwe ya li ser wekî diyarî ji Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re dişîne.

Rojnamevan Merîwan Neqşebendî li ser rûpelê xwe yê Facebookê behsa çawaniya şandina lepikên Mihemed Elî ya bo Nêçîrvan Barzanî dike û dibêje: “Piştî ku Mihemed Elî Clay Misilman bû, bi berdewamî li Amerîka diçû serdana mala rehmetiyê mamê min Şêx Me’sum Ziyaedîn Neqşebendî û ji bo hê zêdetir derbarê ola Îslamê de şareza bibe, hûrîtiyên derbarê şerîeta Îslamê û tesewûfê de bizane. Ji ber yek ji kurên birêz Şêx Me’sum (Dr. Emer) pisporekî mezin ê nexweşiya çandina didanane û salane ji bo karên xêrxwaziyê tê Kurdistanê. Mihemed Elî Clay kek Nêçîrvan Barzanî nas dike, ji ber ku Dr. Emer di heman demê de hevalê kek Nêçîrvan e. Sala 2007’an Mihemed Elî Clay lepikên xwe bi îmzeya xwe ya li ser, bi rêya Dr. Emer bi diyarî ji kek Nêçîrvan Barzanî re şand. Ez jî di wê rûniştinê de amadebûm ku Dr. Emer lepikên Clay pêşkêşî Nêçîrvan kirî.”

Merîwan Neqşebendî wê demê li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî ew nûçe belav nekir û di berdewama gotara xwe de dibêje: “Niha li Kurdistanê axaftinek germ û zêde li ser kabîneya nû ya hikûmet û wergirtina postê serokatiya hikûmetê ya ji aliyê kek Nêçîrvan Barzanî ve heye. Ez neçarim bi bîr bênim û bêjim, Mihemed Elî Clay ew lepik ji we re şand, ji ber dizanî hûn Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanêne, berpirsyartiyek mezin û dîrokî li ser milê we ye. Lewra eger di kabîneyên 4 û 5 de ew lepik nekir destê xwe û li nav çavê ti wezîr û berpirsekî gendelên şîn neda, wê demê pêwîste ger we serokatiya kabîneya nû ya hikûmetê wergirt, ji destê xwe bikî û bi hêza boksên Mihemed Elî Clay li nav çavê her wezîr û berpirsekî gendel yê di kabîneya xwe de bidî. Herî bi hêz jî li nav çavê wan kesan bidî, yên ku dixwazin yekrêziya gelê me, aliyên siyasî û asayîşa Kurdistanê têk bidin.”
Top