• Sunday, 26 May 2024
logo

Parlementerên BDP'ê li meclîsê çalakiya rûniştinê pêktînin

Gulan Media January 4, 2012 Nûçe
Parlementerên BDP'ê li meclîsê çalakiya rûniştinê pêktînin
Parlamenterên BDP'ê bi armanca komkujiya li gundê Roboskiyê ya Qilabanê ku 35 welatî hatin qetilkirin şermezar bikin li meclîsê çalakiya runiştinê pêk anîn. Çalakî dê heta sibê berdewam bike.

Parlementerên BDP'ê, EMEP, Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê, bi armanca komkujiya li gundê Roboskiyê ya Qilabanê ku 35 welatî ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin şermezar bikin, li meclîsê çalakiya runiştinê pêk tênin.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, têkildarî çalakiyê daxuyanî da û diyar kir ku bi armanca komkujiya li Roboskiyê şermezar bikin li meclîsê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Kişanak, anî ziman ku meclîs li hemberî vê komkujiya mirovahiyê bêdeng dimîne û ji bo vê bêdengiyê xera bikin heta serê sibê çalakiya rûniştê pêk tînin. Ji bo em hem komkjiyê û hem jî bêdengiya meclîsê ya li hemberî vê komkujiyê şermezar bikin çalakiyê pêk tînin.

Rudaw
Top