• Sunday, 26 May 2024
logo

Galbraith: Divê Kurd kêşeya navbera Haşimî û Malikî bo çareseriya Kerkûkê bikar bînin

Gulan Media January 3, 2012 Nûçe
Galbraith: Divê Kurd kêşeya navbera Haşimî û Malikî bo çareseriya Kerkûkê bikar bînin
Dîplomatê Amerîkî Peter Galbraith, daxwazê ji Kurdan dike ku sûd ji pirsgirêka navbera Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî û Serokwezîr Nûrî Malikî werbigirin bo çareserkirina pirsa Kerkûk û cîbicîhkirina maddeyên Destûra İraqê.

Li gor wan agahiyên gehiştine Basê, dibe ku dosya dadgehkirina Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî bo Kerkûkê bê veguhestin û Haşimî bi xwe jî di hevpeyvînekê de ligel Basê ragehand ku amade ye here dadgehên Kerkûkê û parastina xwe bike.

Haşimî, da zanîn ku hê jî ew mesele hilawestî ye û li benda wan hevdîtin û peywendiyên Talabanî ye ku ligel civata qezayê dike û got: ‘’Dadgeha Kurdistanê gelekî dadperwertir, paqijtir û nermtir dibe di navbera min û hevrikên min de, ji ber mesele bi tevahî siyasî ye. Herwiha dibe ku dosya dadgehkirinê bo Kerkûkê bê veguhestin û wê demê az jî amade me.’’

Ji aliyekî din ve dîplomatê Amerîkî Peter Galbraith, daxwazê ji Kurdan dike ku sûd ji pirsgirêka navbera Cîgirê Serokkomarê İraqê Tariq Haşimî û Serokwezîr Nûrî Malikî werbigirin bo çareserkirina pirsa Kerkûk û cîbicîhkirina maddeyên Destûra İraqê.

Di hevpeyvînekê de ligel Basê Galbraith, derbarê pêşeroja İraqê de piştî vekişîna hêzên Amerîka û ew pêngavên ku divê Kurd bavêjin, got: ‘’Pêşeroja pirsa Kerkûkê bi wê yekê ve girêdayî ye ka gelo Erebên İraqê rêz li destûrê digirin û referandûmê dikin an na? Divê Kurdistan rolê xwe wek ‘’şah çêker’’ekî bibîne di navbera Malikî û Lîsta İraqiye de bo cîbicîhkirina maddeyên destûrê, ji ber ji sala 2007-ê ve encamnedana referandûmê karekî bê hincet e.’’

Rojnama Bas
Top