Bi alîkariya Nêçîrvan Barzanî festîvala fîlma kurdî tê sazkirin
![Bi alîkariya Nêçîrvan Barzanî festîvala fîlma kurdî tê sazkirin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/1233214.jpg )
Fîlma sînemayê ya “Kes haydarî pişîkên Îranî nîne” ya Derhêner Behmen Qubadî, ji hêla kompanîya “Movyola” ya Japonyayê roja 7’ê Tebaxê li bajarê Tokyo hat nîşan dan û ji hêla bînerên vî welatî pêşwaziyek baş lê hat kirin, piraniya rojnameyên vî welatî rexneyên baş lê girtin û çendîn hevdîtin bi Qubadî re pêkanîn.
Behmen Qubadî di bersiva pisyara yek ji rojnamevanan de ku pirsîbû, niha rewşa jiyana te çawaye? wiha gotibû, “Ez li Kurdistana Iraqê û zêdetir li bajarê Hewlêrê me, bi nêrîna min Kurdistan yek ji cihgîrtirîn cihê cîhanê ye, ez piştrastim ku ew bajar û her wiha bajarê Silêmanî wê bibin mezintirîn navendên çandî li Rojhilata Navîn.
Qubadî herweh destnîşan kir ku em di van rojan de bi piştevaniya Nêçîrvan Barzanî mijûlî damezirandin û sazkirina navendeke mezin a çandî li bajarê Hewlêrê ne, û biryar e di vê navendê de festîvala mezin ya navdewletî ya fîlman were meşandin.
Qubadî wiha berdewam kir, “Di demek kin de dê Hewlêr û Silêmanî bibin bingeha çandî ya hunermendên Îranî ku ji ber astengiyan nikarin hunerê li welat û bajarên xwe de pêşkêş bikin, ji ber ku rewşa pêşketinê bo wan pêk nehatiye, hem di warê muzîkê û hem jî di warê fîlman de.
Jêder: avêsta kurd