• Friday, 26 April 2024
logo

Li Kerkûkê du malbatan li hevdan û kesek hate kuştinê

Gulan Media December 15, 2020 Civakî
Li Kerkûkê du malbatan li hevdan û kesek hate kuştinê
Şeva borî li taxa Azadî ya Kerkûkê ji ber şerê di navbera du malbatên kurd kesek hat kuştin û efserekî polîs jî dibêje ew bûyer ji ber pirsgirêka malbatî pêkhatiye.

Efserê binkeyê polîsê Azadî ya Kerkûkê Saman Remezan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî 14.12.2020ê li taxa Azadî ya bajarê Kerkûkê ji ber pirsgirêka civakî du malbatan li hevdan û di encamê de kesek hate kuştinê.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Şer di navbera malbata zavayek û mala xezûrê wî de pêkhatiye û encamê de malbata zava kurê xezûrê xwe ango bûrayê zava kuştine û naha derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.’’


Basnews
Top